Berpirsekî YNKê: Tiştê li Xurmatû dibe, ji enfala 1988an xirabtir e

Cîgirê Berpirsê Malbenda Hemrînê ya YNKê radigihîne, ewê niha li Xurmatû dibe, di enfala sala 1988an de nehat kirin, heger rêkeftin kirine, bile xelk agahdar kiribana, ne ku hemû xelk şehîd koçber bibe û Heşda Şeibî jî bi vî awayî zulm li xelkê Xurmatûyê bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Berpirsê Malbenda Hemrînê ya YNKê Hesen Baram ji K24ê re ragihand, ewê li Xurmatû dibe ji enfala sala 1988an xirabtir e. Xelkê Xurmatû bi tenê hêştin û çendîn şehîd û birîndarên me hene. Heger rêkeftinê dikin, bila em agahdar bikirina. Sê roj in em tên enfalkirin û bê nan û av dijîn û kesek li me nepirseye.

Got jî: “Niha Heşda Şeibî li Xurmatûyê ye. Teqandin û talankirina malên Kurd dikin. Sivikiyê bi xelkê dikin. Min ji berî 3 salan gotiye Heşda Şeibî dijminê Kurd e, li ser wê jî lêpirsîn bi min re hate kirin, niha derket axaftina min rast bû.”

Cîgirê Berpirsê Malbenda Hemrînê ya YNKê ragihand jî, Heger bi serbilindî me vedigerînin Xurmatûyê baş e, heger na, bi xelkê xwe re diçin nava Xurmatûyê, bila em li wir bêne kuştin, ti buhayeke jiyanê ji me re nemaye.”