Roja Werzişê ya Kurdistanê bi zincîreyeke çalakiyan destpê kir

Îro li Herêma Kurdistanê zincîreyeke çalakiyên werzişê bi boneya destnîşankirina Roja Werzişê ya Kurdistanê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê birêve diçe. Bo cara yekem jî li Yarîgeha Fransiwa Herîrî li Hewlêrê yariyek di navbera stêrên Fotbolê yên Kurdistanê û Iraqê birêve diçe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîta Roja Werzişê ya Kurdistanê ku serperiştiya birêvebirina çalakiyên Roja Werzişê ya Kurdistanê dike, îro Duhokê bi marathoneke Bicyclesiwariyê dest bi çalakiyan kir.

Piştre, bi pêşbirkeyeke Hokî li Hewlêrê destpê dike û piştre li Hola Akad ya Eynkawa li Hewêrê yariyeke Basketbolê taybet bi yên xwedî pêwîstiyên taybet birêve diçe. Herwiha pêşpirkeke din a Bowling ji yarîzanên xwedî pêwîstiyên taybet re tê kirin.

Li Duhokê, zincîreyeke taybet bo yariyên Kickboxing, Billiardo birêve diçe.

Li Hewlêrê, marathonek ligel pêşbirika Melevaniyê û pişbirkeke Tennisa li ser zevî bi beşdariya dehan werzişvan birêve diçe.

Li Riwandozê yariyeke Fotbolê ya keçan birêve diçe.

Li Silêmaniyê yariyeke Fotbolê birêve diçe.

Li Zaxo jî pêşbirkeke Zorbaziyê û yariyên meydanê bi beşdariya dehan werzişvan tê kirin.

Stêrkên Fotbola Kurdistan û Iraqê

Îro bi boneya Roja Werzişê ya Kurdistanê, demjimêr 17:00 bo cara yekem hilbijardeya Stêrên Iraqê û Stêrên Kurdistanê li yarîgeha Şehîd Firansiwa Herîrî birêve diçe.

S. B