YPG: Em rûbirûyî plana dabeşkirina Sûriyê dibin

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, plana dabeşkirina Sûriyê heye û divê hemû aliyên Sûrî ji bo rûbirûbûna vê plane li ser masa guftûgoyan rûnin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, plana dabeşkirina Sûriyê heye û divê hemû aliyên Sûrî ji bo rûbirûbûna vê plane li ser masa guftûgoyan rûnin.

Peyvdarê YPGê Nûrî Mehmûd di hevpeyvênekê ligel kenala “RT” a Rûsî de ragihand, ew daxuyaniyên Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Muqdad yên derbarê aktîvkirina pêwendiyên wan bi Kurd re, bi erênî dibînin.

Mehmûd got, du xalên sereke hene, xala yekem rûbirûbûna dagîrkeriya derveyî û di nava wê de ya Tirkiyê ye. Xala duyem jî nakokiyên navxweyî ne, ku bi riya sîstemeke nû yan destûreke nû ku nûnertiya hemû pêkhateyan bike, dikare nakokiyan çareser bike.

Peyvdarê YPGê got jî: “Niha di Sûriyê de em rastî plana dabeşkirina Sûriyê û xistina beşeke wê ser bi nexşeya Tirkiyê ve tên. Pirsa yekperçeyîya xaka Sûriyê û serweriya wê li cem gelekî girîng e, lê divê destûrekî nû hebe hemû pêkhateyan lixwe bigire.”

Got jî: “Di 8 salên bûrî de me wan şerê DAIŞê kir, lê niha em rastî dagîrkeriya Tirkiyê tên, divê hemû aliyên Sûriyê li ser masa guftûgoyê rûnin û bi berpirsatî li vê pirsê binêrin, lê heger çi aliyekî xwe li ser aliyê din bisepîne, dê ne di berjewendiya gelê Sûriyê de be.”

 

S. B