YPG: Li Efrînê 15 leşker û çekdar hatin kuştin

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesek ragihand, di rûbirûbûna li hember êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve 15 leşker û çekdaran ve hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesek ragihand, di rûbirûbûna li hember êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve 15 leşker û çekdaran ve hatin kuştin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesek ji K24ê re ragihand, li gundên Qude yê navçeya Raco şervanên YPGê êrîşî xaleke çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve kir, di encamê de 7 leşker û çekdar hatin kuştin.

Herwiha li gundê Bilêlko yê heman navçeyê jî di şer û pevçûnan de 6 çekdar û leşker hatin kuştin.

Li derdora gundê Dêwa di navbera hêzên YPGê û Artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve şer derket û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.

Êrîşa artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve îro di roja di roja 28emîn de li ser gund û navçeyên Efrînê berdewam e, şeva bûrî jî Rêvebirê Nexweşxaneya Avrîn Dr. Xelîl Sebrî ji K24ê re ragihand, artêşa Tirkiyê di êrîşa li ser gundê Erendê de çekekî kîmawî bikar anî û 6 welatî rastî xeniqandinê hatin.