Tansu Çiller dê bi darê zorê biçe dadgehê

Dadgehê biryar da ku Serokwezîra berê a Tirkiyê Tansu Çiller bi darê zorê biçe dadgehê û derbarê derbeya 28'ê Sibata 1997'ê de îfade bide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgehê biryar da ku Serokwezîra berê a Tirkiyê Tansu Çiller bi darê zorê biçe dadgehê û derbarê derbeya 28'ê Sibata 1997'ê de îfade bide.

Dadgeha Cezaya Giran ya Stenbolê, biryar da ku, Tansu Çiller Serokwezîra berê eger rûniştina bê bixwe neyê dadgehê, dê bi darê zorê bête anîn.

Çîller di dazo derbeya 28'ê Sibata 1997'ê de wek dawakar û şahid cîh digre û di wê demê de Cîgira Serokwezîr Necmedîn Erbakan bû.