Kemal Kerkûkî: Ewên xiyanetî kirine rûreş in
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê Dr. Kemal Kerkûkî bi boneya salvegera jidestdana bajarê Kerkûkê gotarek pêşkêş kir û firotana Kerkûkê xiste stûyê “Tîmeke nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê.”
Dr. Kemal Kerkûkî êrîşî ser kesên ku bûne sedema firotana Kerkûkê û ragihand, “Ew hêzên ku xiyanetî kirine rûreş in û berî 16ê Cotmehê çend caran hewla têkdana yekîtiya rêzên Pêşmergeyan dan.”
Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê ragihand jî, “Ew hêza rûreş ji Pêşmergeyên qehreman ên Yekîneya 70 a YNKê ku şerê dagîrkirina Kerkûkê kirine û şehîd û birîndar dane, cuda ye.”
Li gor Dr. Kemal Kerkûkî, ew baskê ji nava YNKê hewla têkdana pêwendiyên di navbera hêzên PDK û YNKê dane û kar li dijî giyanê hevkariya Kurd kiriye.
S. B