Tirkiyê Êrîşa Tirkiyê li ser Ewropayê berdewam e

Êrîşa Tirkiyê li ser Ewropayê berdewam e
Serokwezîr Bînalî Yildirim

K24-Navenda Nûçeyan

Li parlametoya Tirkiyê partiyên siyasî li ser biryara Parlamentoya Ewropayê, abroiyê û herwiha li ser referandum û destûra nû rawestiyan. Serokwezîr Yildirim careke din gef li Ewropayê xwarin.

Li parlamentoya Tirkiyê yek ji mijara ku herî zêde hate rojevê mijara berjêrçûyîna aboriya Tirkiyê û helwesta Parlamentoya Ewropayê bû. Di heman demê de pakêta destûrê ya ku ji bo pergala serokatiyê hatibû amadekirin û bo MHPê hatibû pêşkêşkirin.

Serokwezîr Bînalî Yildirim beriya komcivînê sipasiyên xwe ji Dewlet bahçelÎ re kir û ragihand ku ew ê di demek kin de bi birêz Bahçelî re li ser destûrê careke din werin bal hev û biaxivin. Yildirim li ser rexneyên aboriyê jî diyar ku dolar ne tenê li Tirkiyê li hemû dinya bilind dibe. Yildirim ew kesên ku hikûmetê di warê aboriyê de jî rexne dikin wek endamê rêxistina Fettullah Gulen sucdar kir.

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim wiha got:"Ji hemû muxataban re bi awayekî vekirî dibêjim. Ji vê rûgeşiya Tirkiye û Ewropayê wê herdû alî jî zirarê bibînin. Dema hûn bibêjin wê kî zêdetir zirar bike, wê Yekkîtiya Ewropayê bikeve zirarê. Ewropa divê bizanibe ku berdewamkirina têkîliyên bi Tirkiye re li xêra ewlehiya dahatuyê ya Ewropayê ye."

Sewrokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî ragihand ku li aliyekî serokwezîr li aliyê din jî Serokkomar dixwazin ku bi gefan aboriyê bir êve bibin. Berî niha Yildirim gef li bankayan xwarin niha jî Erdogan ji bo faîzê gefan li bankaya navendî dike. Desthilat Tirkiyê ji Ewropayê dur dixe û nizanin welêt birêve bibin.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wiha axifî:

"Tirkiye welatekî bi şaristan e. Me got pêdiviya Yekîtiya Ewropayê bi Tirkiyê heye, lê AK Partiyê got na em ê herin Şengayê. Ev desthilat bi polîtîkaya derve nizane, aboriyê nizane, ew nizan,n vî welatî bi rêve bibin. Ji her serî dengek derdikeve. Tirkiyê ber bi qilêriyê ve dibin."

Berdevkê HDPê Ahyan Bîlgen jî di komcivînê de daxuyand ku Erdogan bi zanebûn ji bo roja sêşemiyê ji xwe re bernameyan derdixe. Ew êdî li partiya xwe bi xwe jî hew tehamul dike. Dema Serokwezîr diaxivî bi lezgîni hemû çapameniya Tirkiyê bere xwe da Erdogan. Bîlgen îdia kir ku Erdogan civîna komeke paralel saz dike.

Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen wiha anî ziman:

"Haya parlamenterên AK Partiyê jî ji naveroka wê pakêta destûrê ku bi MHPê re tê axivîn nîn e. Tu aliyekî vê xebata destûrê ya meşrû nîn e. Me bi biryarên Rewşa Awarte ditirsînin. YanÎ dibêjin dema referandûm nebe wê

Rewşa Awarte berdewam bike. Lê wê gel serî li hemberî van gefan netewîne. Hûnê bibinin."

Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî jî diyar kir ku madem Parlametoya Ewropayê dardekirinê naxwaze û wek sedema birîna têkîliyan dibîne,i bila di zûtirîn katê de AK Partî wê pêşniyarnameya derbarê yaseya dardekrinê de bîne parlamentoyê. Bahaçelî li ser xebata destûrê jî ragihand ku ji bilî çend kêşeyan gelek gavên giring hatin avêtin. Di demek kin de jî wê ev xebat bigihîje ber destê komîsyonê. Li ser vê mijarê jî ew ê di demeke kinde ligel Serokwezîr hevdîtinekê pêkbînin.