Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê NY bo Karûbarên Sûriyê civiyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiyan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiyan.

Di roja duyem a Konferansa Asayişa Cîhanê li Munchenê Şêwirmendê Encûmena Asayişa Navdewletî Mesrûr Barzanî û Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen civiyan.

Her îro jî û berî civîna bi Geir Pedersen, Mesrûr Barzanî bi hejmarek parlemanterên opozîsyona Almanya re civiyabû.

Li gor zanyariyan, îro Mesrûr Barzanî bi her yek ji Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Bergîriyê yê Brîtanyayê Gavin Williamson, Wezîra Bergîriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar, Wezîrê Dewletê yê Pêwendiyên Derve yên Îmarata Erebî Enwer Qirqaş, Nûnerê Serokatiya Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê James Jeffrey û Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Andrew Peek re dicive.

Di konferansa îsal a Munchenê de zêdetir ji 35 serok û serokwezîr, 50 wezîrên derve û 30 wezîrên bergîriyê yên cîhanê beşdar in û Angela Merkel wek Şêwirmena Almanya tê de amade dibe.  Di konferansê de çendîn pirsên girîng ên derbarê asayişa navdewletî û metirsiyên cîhanê têne guftûgokirin.

 

S. B