"Rûsya û Tirkiye rastî hev tên"

Pêşbînî hene, ku di dema êrîşkirinê de li ser Idlibê, rûbirûbûnek wek ya sala 2015an di navbera Tirkya û Rûsya de çêbibe.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Rojnameya (Nizavismaya) ya Rûsî ragihand, di dema ku hêzên rêjîma Sûryê amadekariyên kontrolkirina Idlibê dikin, yekîneyên serbazî yên Tirkiyê li navçeyên di bin destê xwe de li wê parêzgehê, xwe ji bo xirabtirîn eger amade kirine, tevgerên vê dawiyê yên hêzên serbazî yên Tirkiyê li Idlibê, weke hişyariyekê ne ji rêjîma Sûryê û hevpeymanên wê re, ku nabe xwe nêzîkî Idlibê bikin.

Li ser vê pirsê gellek şareza pêşbînî dikin, ku di dema êrîşkirinê de li ser Idlibê, rûbirûbûnek wek ya sala 2015an di navbera Tirkya û Rûsya de çêbibe.

Li gorî zanyariyan, nêzîkî 30 hezar serbazên Tirkî ber bi wan navçeyan ve birê ketine, ku di dema oprasyonên (Mertala Furatê) û (Şaxê Zeytûn) de ji aliyê Tirkiyê ve hatibûn kontrolkirin. 10 hezar ji wan serbazan li 12 xalên serbazî li Idlibê xendeq kolane û 20 hezar serbazên din niha di qunaxa veguhestinê de ne.

Ji aliyê xwe ve, medya Tirkî ragihand, ku di nava du hefteyên derbasbûyî de, hêzên Tirkiyê jinû ve mûşekên bi bandor û tank û zirîpoşên xwe li navçeyê belav kirine.

Nivîser û rojnamevanê Tirk (Ehmed Nûriddîn) dibêje: Belavkirina serbaz û keresteyên cengî li navçeyên sinorî li gel Sûryê, nîşana pilanekê ye, ku egera bicîkirina wê heye. Nabe ji derveyî axaftinên Erdogan xwendin ji tevgerên Artêşa Tirkiyê re li ser sînor bê kirin, bi taybet Erdogan berî niha gotibû: Tikriye beramberî bûyerên li navçeyê çêdibin, temaşevan û destgirtî namîne.

Rojnameya (Nizavismaya) ya Rûsî got jî: Civîna Taranê di navbera serokên Îran, Rûsya û Tirkiyê de, nekarî tevahiya nakokiyan çareser bike.

Şareza di Encûmena Rûsî ji bo Karûbarên Navdewletî (Kiril Siminov) diyar kir, ku egera rûbirûbûnê di nav Enqera û Mosko de, her dem di wan deman de zêde dibe, ku Taran û Mosko û Şam li ser encamdana operasyonekê li dijî Idlibê lihev dikin.

N.O