Lijneya Ewlehiya biryara dirêjkirina operasonên li Iraq û Sûriyê dide hikûmetê

Di Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê de biryar hate dayîn ku tezkereya destura operasyonên derzînorê bo Iraq û Sûriyê dede ji bo salekê bê dirêjkirin.

 

K24 – Enqere

Di Lijneya Ewlehiya Netewî ya Tirkiyê de biryar hate dayîn ku tezkereya destura operasyonên derzînorê bo Iraq û Sûriyê dide ji bo salekê bê dirêjkirin. Ev biryar piştî daxuyaniyê Hikûmeta Bexdayê ku nerazîbûna xwe li hemberî operasyonên dersînorî ên Tirkiyê anîbûn ziman û ragihandibûn ew ê hêzên xwe li ser sînorê Tirkiyê bicih bikin hate dayîn ji aliyê Enqerê ve. Li gorî hin pisporên Tirkiyê rasterast Enqerê peyamek daye Bexdayê. Ligel vê yekê hin pispor jî dibêjin bi vê biryarê Tirkiye bingeha operasyonên bo ser YPGê ava dike.

Li Tirkiyê biryar hate dayîn yaseya ku erka operasonên dersînorê bo Iraq û Sûriyê dide hikûmetê ji bo salekê bê dirêjkiirn.

Piştî Daxuyaniyên Serokwezîrê Iraqê Ebadî ku bertek nîşanî operasyonên dersînorî ên Tirkiyê dabû û ragihandibû ew ê operasyonên Tirkiyê bibin ber deste Neteweyên Yekbûyî û Biryara bicihkirina leşkerên Iraqê ser Sînorê Tirkiyê ev biryara Tirkiyê bal kişand.

Di nava pisporên Tiriyê de ev biryara Lijneye Ewlehiya Netewî li dijî daxuyaniyên hikûmeta Bexdayê ên hemberî Tirkiyê weke bersivakê hate nirxandin.

Pisporê Ewlehiyê Yusuf Alabarda li ser vê dirêjkirina operasyonên dersînorî ji K24ê re got: “Li dijî hebûna Hêzên Artêşa Tirk ya Başîkayê Hikumeta Bexdayê her eciziya xwe tîne ziman. Helbet biryara dawî ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî bersiveke bo Bexdayê. Tirkiyeyê bi biryara dirêjkirina tezkereyê ya bo salekê dibêje kengî ew bixwazin dê operasyonan bikin û Bexda nikarê rê li ber vê yekê bigre. Ez bawer nakim leşkerên her du welatan werin hemberî hev. Lê belê Bexda acizbûna xwe yaser leşkerên Tirk yên li Başîkayê dê zêdetir bîne ziman.”

Li ser beşa tezkereyê ya derbarê Sûrîyê de jî pispor dibêjin Tirkiye ji bo ku bi awayekî yasayî leşkrên xwe li Idlibê bicih bike û ji bo li Rijhilatê Firatê deverên di bin destê YPGê de ne operasyonan pêk bîne ev biryar daye.

Pisporê Rojhilata Navîn Muhammed Işik dibêje: “Du armancên vê biryarê hene. Yek, beramberî rêkeftina Idlibê Tirkiye bi Rûsyayê re li ser Rojhilatê Firatê bingeha operasyonekê dide avakirin. Ya din ji Tirkiye ji bo ku zêdetir leşkerên xwe li Sûriyê bicih bike û operasyonan li ser deverên di destê YPGê de li dar bixe ev tezkere dirêj kir. Ev biryar nîşaneya vê yekê ku piştî rêkeftina Idlibê encam da Tirkiye wê li ser Tel Rifatê û deverên di destê YPGê de operasyonan pêk bîne.”

Tezkereya ku erka operasonên dersînorê bo Iraq û Sûriyê dide hikûmetê niha ber destê serokatiya parlemntoyê ye. Tê diyarkirin piştî ku parlemntoya Tirkiyê 1ê Cotmehê dest bi heyama nû dike vê hevdîtinên ser tezkerê bên kirin. Piştî ku di parlemntoyê de tezkere hate qebûlkirin vê bê karîgerkirin.