Rola Pêşmerge ya bi bandor di azadkirina Mûsilê de hebû

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî red dike ku ji ber pirsgirêkên siyasî rola Pêşmerge di operasyona kontrolkirina Mûsilê de kêm kiribe.

Serokwezîrê Iraqê îro ragihand, bi hewl hemû aliyan DAIŞ li Mûsilê hat têkşikandin, hevahengiyeke gelekî baş jî di navbera hêzên Iraqî û Pêşmerge de hebû û heye, nabe ji ber pirsgirêkên siyasî jî rola Pêmerge kêm bikin, ku xwîna xwe bexşandin.

Herwiha Heyder Ebadî got jî: “Bi ti carî rê nadin aliyekî ku Iraqê vegerîne serdema berê. Ewên plangîr bûn û du berî dirust dikirin, niyaza wan aşkere bûn.”