Sedir nêzîkî Îranê dibe

Selîm Cibûrî: Ew hevpeymaniya di nav aliyên Şî`î de çêbûye, dihêle ku Sunne jî xwe bikin yek û bi yek dengî biaxivin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Li gorî raporeke ajansa Associated Press, ragihandina hevpeymaniyê di navbera Sedir û Hadî Amirî de û serdana Qasim Silêmanî û şandina kurê Elî Xamineyî ji bo Bexdayê, lobî û destê Îranê di Iraqê de bihêztir kiriye.

Li ser vê mijarê, serokê Girûpa Lêkolînên Stiratîjî li Iraqê Wasiq El-Haşimî ji ajansa navhatî re ragihand, ku "Hevpeymaniya Sedir û Amirî li gorî dilê Îranê çêbûye, ku dixwaze bandora xwe li ser siyaseta Iraqê zêde bike".

Wasiq got jî: "Ji bilî hevpeymaniya şî'eyan, niha sunne jî bizava pêkanîna hevpeymaniyekê ji hêzên xwe re dikin û Kurd jî biheman awayî, ev yek taîfegeriyê di nav hêzên çekdar de zêde dike û metrisiyeke mezin çêdike".

Duh Şemiyê 23/06/2018an serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî tevlî hevpeymaniya Sedir bû, tevî ku partiya wî bi serokatiya Nûrî Malikî li gel Sedir nagunce.

Rêberê Şepêla Sedir Muqteda Sedir, niha hevpeymaniyê li gel wan kesan dike, ku berî niha tawan li dijî Kurd û Suneyan encam dane.

Ji aliyê xwe ve, serokê Perlemana Iraqê Selîm Cibûrî, wek kesatiyeke Sunne, derbarê hevpeymaniya aliyên Şî`e got: "Lezkirin di pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê de, Kurd û Suneyan han dide, ku bi awayekî din xwe rêkbixin".

Cibûrî got jî: "Ew hevpeymaniya di nav aliyên Şî`î de çêbûye, dihêle ku Sunne jî xwe bikin yek û bi yek dengî biaxivin".

N.O