Asayişê li Dêrikê serkirdeyek din ê ENKSê girt

Asayişa li Dêrika Rojavayê Kurdistanê endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKS yê bi navê Fadî Mer'î girt û çarenivîsa wî jî nediyar e

K24 – Navenda Nûçeyan

Asayişa li Dêrika Rojavayê Kurdistanê  endamê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê ENKS yê bi navê Fadî Mer'î girt û çarenivîsa wî jî nediyar e.

Beriya çend rojan jî, li Qamişlo her dû serkirdeyên ENKSê Ni'met Dawid û Fêsel Yûsif ji aliyê Asayişê ve hatibûn girtin.

Duhî Nûneratiya ENKS li herêma Kurdistanê rexne li siyaseta tade û girtinê ya PYD kiribû û êrîşbariya beramberî wan bi êrîşa dijî doza neteweyî ya Kurd niva kiribû.

 

C.B