Qamişlo amadekariya ahengeke piştevaniya referandûmê dike

Amadekariyên lidarxistina ahengên piştgiriya referandûma Başûrê Kurdistanê berdewam dibin, li bajarê Qamişlo jî bi coş û şahî Encûmena Xwecihî ya ENKS'ê ji bo roja 15'ê vê mehê amadekariyên ahenga xwe bi rê ve dibin.

 

K24 – Qamişlo  

Amadekariyên lidarxistina ahengên piştgiriya referandûma Başûrê Kurdistanê berdewam dibin, li bajarê Qamişlo jî bi coş û şahî Encûmena Xwecihî ya ENKS'ê ji bo roja 15'ê vê mehê amadekariyên ahenga xwe bi rê ve dibin.

Endamên komîta amedekar didin zanîn jî ku di ahengê de dê hejmarek ji hunermend û komên folklorî jî beşdar bin û dibêjin ku bi vê ahengê piştgiriya xwe ji bo serxwebûna Kurdistanê dê bidine diyarkirin.

Endamê Komîta Amedekar Şemdîn Nebî ji K24ê re wiha axivî: “Ahenga piştevaniya referandûmê dê li sê cihan çê bibe, li Dirbêsiyê, Dêrik û Qamişlo. Em hemû xelkê Qamişlo vedixwînin ku di vê raja pîroz de beşdar bibin û em destê xwe bidin hev, ji ber ku ev rojeke Kurdistanî ye, ne partîtî ye.

Ciwanên ji vê ahengê re amede dikin bi awayekî xwebexş hemû karê wê dikin, çi ji kirîna alavan be, yan ji vexwendina xelkê ji bo ahengê be.

Kesê xwebexş Azad Ebdulrehman dibêje: “Gaveke pîroz e ku perçeyek ji Kurdistanê serbixwe bibe, ji bo me Kurdên Sûriyê jî gelek girîng e, ji bo bîr û bawriya xelkê dê bihêz bibe û dê bandora xwe li her çar perçeyên din ên Kurdistanê bike.”

Di 15'ê vê mehê de û bi biryarekê ji ENKS'ê dê li çend bajarên Rojavayê Kurdistanê ahengên piştgiriya referandûma serxwebûna Kurdistanê dê lidar kevin.