Komarîxwazên Amerîka piraniya kursiyên Encûmena Pîran bidest anîn

Di hilbijartinên Kongirêsa Amerîkî de, Partiya Demokrat karî piraniya kursiyên Encûmena Nûneran bidest bixe û Partiya Komarî jî karî piraniya Encûmena Pîran (Senate) bidestve bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di hilbijartinên Kongirêsa Amerîkî de, Partiya Demokrat karî piraniya kursiyên Encûmena Nûneran bidest bixe û Partiya Komarî jî karî piraniya Encûmena Pîran (Senate) bidestve bîne.

Li gorî encamên destpêkî yên hilbijartinên nîvê gera Serokatiya Amerîka, Partiya Demokrat a dijberiya Amerîkî serketineke baş di Encûmena Nûneran de bidest xist, lê Partiya Komarî yak u serokê Amerîka Donald Trump endamekî wê ye, karî piraniya kursiyên Encûmena Pîran di destê xwe de bihêle.

Derbarê vê yekê, serokê Amerîka Donald Trump li ser Twitter a xwe nivîsiye: Ev hilbijartin serketineke mezin bû. Ez sipasya hemûyan dikim.

Ji aliyê xwe ve, peyvdara Koşka Sipî Sarah Sandarz ragihand, ku encamên hilbijartinan, nabin sedema wê yekê, ku guhertin di siyaseta Donald Trump de çêbibe.

Kongirêsa Amerîkî ji herdu Encûmenên Pîran û Nûneran pêk tê, Encûmena Pîran ku desthilata wê ji ya Nûneran bihêztir e, ji 100 sînatorî pêk tê û ya Nûneran jî, ji 435 kursiyan pêk tê.

N.O