Îran: Em rênadin Amerîka hêzên xwe li rojhilatê Firatê belav bike

Elî Ekber Wîlayetî: Daxwaz dike, ku rê li ber NATO jî bê girtin daku, bingehên xwe yên serbazî li rojavayê Asya çêneke.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Rêberê Komara Islamiya Îran Elî Ekber Wîlayetî, daxwaz ji "Bereya bergiriyê" kir ku, rê nedin Amerîka hêzên xwe li rojhilatê Firatê belav bike.

Elî Ekber Wîlayetî hişyarî ji pilaneke Washingtonê da, ku dixwaze bi riya wê pilanê navçeyê dabeş bike û nakokiyan di nav hêzan de çêbike.

Wîlayetî got: "Pêwîst e li ser Bereya Bergiriyê bizavan bike daku rê li pêşya belavkirina hêzên Amerîkî li rojhilatê Firatê bigirin".

Hevdem daxwaz dike, ku rê li ber NATO jî bê girtin daku, bingehên xwe yên serbazî li rojavayê Asya çêneke.

Gotinên Wîlayetî di çarçoveya civînekê de, li gel cîgirê serokê Iraqê Nûrî Malikî hatin û têde Malikî piştevaniya daxuyaniyên Wîlayetî kir.

Jêder: RT