Rûsya: Hêzên Kurdî amade ne serbazên me li rojavayê Çemê Ferêt biparêzin

Rûsya: Firokeyên me piştevaniya hêzên êlên Dêra Zorê û yên Kurdan dikin di şerê li dijî DAIŞê de li rojhilatî ava Firatê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Navenda lihevanîna Rûsî li Sûryê ya ser bi wezareta berevaniya Rûsya ve ragihand: Hêzên Kurdî amadebûna xwe ji bo parastina serbazên Rûsî li rojhilatê ava Ferêt diyar kirine û ewê di demeke nêzîk de rojhilatê Çemê Ferêt kontrol bikin.

Di daxuyaniya wê navendê de hatiye ku, yekem civîna şandên komîtên rêvebirina herêmên rojhilatî ava Firatê hatiye lidarxistin û têde nûnerên Rûsya jî amade bûn.

Heman navendê diyar kir ku firokeyên wan piştevaniya hêzên êlên Dêra Zorê û yên Kurdan dikin di şerê li dijî DAIŞê de li rojhilatî ava Firatê.