30 xwepêşanderên Besra bi tometa şewitandina kunsulxana Îranê hatin girtin

Berî niha balyozê Îranê li Bexdayê gotibû: Ew ti aliyekî destnîşankirî bi şewitandina kunsulxaneya Îranî li Besra tometbar nakin, lê ji erkê berpirsên Iraqê ye ew kesên êrîş kirine destnîşan bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderekî ji ewlehiya Iraqî ji Besra ragihand, ku hêzên ewlehiyê 30 xwepêşander li Besreyê desteser kirin.

Wî jêderî diyar kir, ku ew 30 xwepêşander bi tometa hebûna pêwendiya wan bi şewitandina kunsulxaneya Îranê hatine girtin.

Di çend rojên derbasbûyî de, xwepêşanderên Besreyê ji bo derbirîna nerazîbûna xwe li hemberî hejmûna Îranê li ser Iraqê, kunsulxaneya wî welatî li Besrayê şewtandin.

Piştî wê bûyerê jî, di demeke gellekî bilez de, Îranê dubare kunsulxaneya xwe li wî bajarî vekir û balyozê Îranê li Bexdayê (Îrec Mescidî), di dema vekirina kunsulxaneya welatê xwe de li Besrayê got: Êrîşa li ser kunsulxaneya me, bandorê li pêwendiyên di navbera herdu welatan de nake, ji ber ku dijminên me yên hevbeş hene û dixwazin pêwendiyên me têk bidin, em naxwazin kunsulxaneya me, rojekê jî, ji pêşkêşkirina xizmetkariyan raweste.

Îrec Mescidî diyar kir, ku ew ti aliyekî destnîşankirî bi şewitandina kunsulxaneya Îranî li Besra tometbar nakin, lê ji erkê berpirsên Iraqê ye ew kesên êrîş kirine destnîşan bikin û got: Ewên êrîş kirine ti pêwendiya wan bi gelê Iraqê yê dostê Îranê re tine ye.

N.O