Erdogan: Min got Macron, bi te re bazariyê liser Efrînê nakim
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ligel qenala telewizyonî ya Tirkî NTV ragihand ku, ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron re gotiye: Ez bazara Efrînê ligel te nakim!
Erdogan bi hûrgilî behsa hin pêwendiyên xwe yên telefonî ligel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron kir. Ligor Erdogan: “ Emmanuel Macron ji wî daxwaz kiriye ku, beşdarî hevdîtina Enqere ya di navbeyna Erdogan, Putin û Rûhanî de bibe. Ewî jî (Erdogan) pêwendî ligel Putin û Rûhanî daniye. Her du Serokan ev daxwaz bi erênî pêşwazî kirin e. Erdogan gava ligel Macron axiftî, bixêrhatina Wî ya Enqereyê kiriye. Wê demê Macron gotiye: Ger hûn dawî bi Operasyona Efrînê bînin û ji Efrînê derbikevin – Ez dê werim. Wê demê, min (Erdogan) ji Macron re got: Te xwest were Enqere. Min daxwaza te gihand birêz Putin û Rûhanî. Niha hûn (Macron) bazariyê ligel min dikin. Tu babetek bazariyê ji alî me ve nîn e”.
C.B