Ji aliyê modakarê Kurd ve li bazara fekî defileyeke ciyawaz

Ev defîleya ku yekem car e li cîhanê bi awayekî wisa di bazarekê fêkî û zebzeyan de tê lidarxistin de cilên konsepta biharî hatin pêşandan.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Modakarê Kurd ê xelkê Cizîra Bakurê Kurdistanê ye ku ji bo gelek kesayetên navdar dîzayna cil û bergan dike, li cîhanê wek kesek yekem Kurd e ku li Brîtanyayê xelata Socrates Oxford wergirtiye li Enqereya paytexta Tirkiyê di qada bazara fêkî û zebzeyan de defîleyek ciyawaz lidarxist. Ev defîleya ku yekem car e li cîhanê bi awayekî wisa di bazarekê fêkî û zebzeyan de tê lidarxistin de cilên konsepta biharî hatin pêşandan.

Ev dîmen ji defîleya Modakarê Kurd Mihemed Saîd Dalmişê ku ji Cîzîra Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye û li cîhanê yekem Kurd e ku li Brîtanyayê xelata Socrates Oxford ango xelata zêr a baştirîn rêveber ji aliyê Lijneya Kar a Ewropayê ve tê dayîn wergirtiye. Ciyawaziya vê defîleyê ew e ku ne li salonekê an jî li ser dikekê cihekî girtî çêdibe ev defîlê di qada bazara fêkî û zebzeyan de hate lidarxistin. Di defîleyê de 15 mankênan cilên konsepta biharî dan danasîn. Modakar Mihemed Saîd Dalmiş jî armanc û girîngiya vê defîleyê ji Kurdistan24ê re ragihand.

Modakarê Kurd Mihemed Saîd Dalmiş ji K24ê re got: “Min dêhna xwe daye gelek kes nikarin bigihîjin defîleyan û nikarin biçin cihê defîleyan. Min got ezê tiştekî wisa çekim ku hemû kes defîleyan bibine û cilan nasbikin. Ji bo wê tiştekÎ wisa hate fikra min.”

Mankenên ku cil û bergên konsepta biharî dan danasîn jî diyar kirin ku yekem car e ew di qadake bazara fêkî û zebzeyan de beşdarî defîleyekê dibin.

Modêl Aytûl Yavuz dibêje: "Ev 10 sal in ez di nava vî karî de me û modeliyê dikim. Lê cara yekeme ku di qada bazara fêkî û sebze de organîzasyonek pêk tê û em jî kêfxweşin ku li vir in.

Modêl Hatîce Akbal jî got: "Çalakiyek balkêş û ciyawaz bû ji ber ku model û gel di nav hev de ne û yekem care çalakiyek wiha cihêreng pêk tê.

Ji aliyê din ve bazarvan û welatiyên ku defîle temaşe kirin jî amaje kirin ku ev çalakiyên wisa yên cîhereng bo wan jî dibe cudahiyek.

Ev defîleya ji aliyê Modakarê Kurd ve di sê mehan da hatibû amadekirin piştî ku mankenan ligel bazarvanan wêne kişandin bi dawî bû.