Tirkiye: Divê dever a aram bê YPG be û li jêr contirol a Tirkiyeyê be
K24- Hewlêr
Hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne: Divê YPG di herêma ewle de cih negre û divê herêma ewle di bin kontrola Tirkiyeyê de be. Herweha daxwaz dike berfirehî ya devera aram 32Km be.
Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Hamî Aksoy got: Divê firehiya herêma ewle ya di navbera Tirkiye û Suriyeyê de 32 kîlometir be.
Herweha got:Herêma ewle divê Tirkiye kontrol bike û YPG cih negre.
Got jî : Ew ji Amerîkayê çaverê dikin ko dijî YPGyê gavên berbiçav bê avêtin. Lê Amerîka gefan li Tirkiyeyê dixwe. Pêwîst e Amerîka têbigihe ko bi gef û zextên dijî Tirkiyeyê nagihije ti encamekê.