Sûriyê Xûtaya Rojhilat kontrol kir

Ajansên nûçeyan yên Rûsî ragihandin, hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve Xûtaya Rojhilat bi temamî kontrol kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ajansên nûçeyan yên Rûsî ragihandin, hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve Xûtaya Rojhilat bi temamî kontrol kir.

Ajansên Rûsî li ser zarê Serokê Navenda Leşkerî ya Himêmîmê ya Rûsî general Yuri Yevtushenko belav kir, ala Sûriyê li ser Dûmayê hate bilindkirin û tevahiya wî bajarokî ji destê çekdarên opozîsyonê hate kontrolkirin.

Devera Xûtaya Rojhilat ku nêzîkî 400 hezar kes lê dijîn û grûpên çekdarê ên opozîsyonê tê de bûn, ji sala 2013an ve ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyê ve derpêçkirî ye. Hêzên rêjîmê jî ji navîna Sibata bûrî ve dest bi operasyona kontrolkirina wê kiriye.

Roja 7ê vê mehê jî, firokeyên rêjîma Sûryê bi tundî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilatê Şamê kirin û li gorî raporên pizîşkî di wê êrîşê de, rêjîmê çekên kîmawî bikar hatiye û di encamê de bêtirî 100 welatiyên sivîl di nav de zarok û jin canê xwe ji dest dan û bi sedan jî birîndar bûn.

Ji piştî êrîşa kîmawî ya li ser Dûmayê, Amerîka, Brîtanya û Fransyê helwestên tund nîşan dan û gotin, divê berpirsên vê êrîşa werin sizadan. Serokê Amerîka Donald Trump jî ragihandibû, derbarê êrîşa kîmawî li ser Xûtaya Rojhilat di demên nêzîk de biryarên girîng derdike.

Rûsya jî ku hevpeymana sereke ya rêjîma Esed e, encamdana êrîşa kîmawî li ser Dûmayê red dike û radigihîne, ti binemayeke rastî ji wê tometê re nîn e.

 

S. B