Amnesty ji Bexdayê dixwaze komîteya lêkolîna li ser bûyerên Xurmatû bêalî be

Amnesty daxwaz dike, ku ew lêkolîn şefaf û bêalî be, rastiyan eşkere bike û hemû qurbaniyan jî qerebû bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêxistiya Lêbûrîna Giştî ya Navnetewî ku bi Amnesty Internasional tê naskirin, daxwazê ji Hikûmet û Parlemana Iraqê dike ku, ew komîteya taybet bi lêkolînê li ser binpêkirinên li Xurmatû hatine encamdan, lêkolîneke bê alî û zelal bike.

Amnesty Internasional ku di Mijdara derbasbûyî de, yekem rêxistiya taybet bi mafên mirovan bû ku, raporek li ser binpêkirinên Heşda Şeibî li ser Xurmatû encam dane, belav kiribû û niha bi daxuyaniyekê pêşwaziyê li gavên Parlemana Iraqê dike ku, komîteyek ji bo lêkolînê di wan binpêkirinên li hember welatiyên Kurd li Xûrmatû hatine encamdan, pêk aniye û daxwaz dike, ku ew lêkolîn şefaf û bêalî be, rastiyan eşkere bike û hemû qurbaniyan jî qerebû bike.