Bi wêneyan.. Şerê îro yê Xurmatû bibîne

Îro li gundekî ser bi bajarokê Xurmatû ve, şer di navbera xelkên xwebexş û çekdarên Heşda Şeibî de çêbû û li gorî zanyariyan ziyanên canî li Heşdê bûne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Kurdistan24 hejmarek wêneyên şerê îro, ku di navbera hêzên xwebexşên Xurmatû û çekdarên Heşda Şeibî de çêbibû, belav dike.

Îro li gundekî ser bi bajarokê Xurmatû ve, şer di navbera xelkên xwebexş û çekdarên Heşda Şeibî de çêbû û li gorî zanyariyan ziyanên canî li Heşdê bûne.

Xwebexşekî ji Kurdistan24ê re ragihandin: "Îro 29/11/2017an çekdarên Heşda Şeibî li gundê Qelxanlû yê xwarê li Xurmatû, rêbendek danîn û rê li ber xelkê wî bajarokê girtin."
Bi gotina wî xwebexşî: "Çekdarên Heşda Şeibî û Esayib Ehl El-Heq rojane dihatin wê deverê û mal û milkên welatiyan talan dikirin û li ser rê jî otombêlên welatiyan radiwestandin û pere ji wan distendin, lewra wan weke xelkê deverê bi xwebexşî, îro demjimêr 12 nîvro êrîşî wê rêbendê kirin û heya dema amadekirina vê nûçeyê şer berdewam bû."

Herweha xwebexşan diyar kirin ku "Ziyanên canî li Heşda Şeibî bûne û ti ziyanên canî li xobexşan nebûne."