Tevgera Goran doza rêketineke nû li PDK dike

Serkirdeyekî Yekgirtû: Ektîvkirina Perleman rê li pêşya gellek tedbîrên dijminane yên Bexdayê girt

K24 - Navenda Nûçeyan

Tevî ku ji nêzîkî 3 mehan ve Perlemana Herêma Kurdistanê hatiye ektîvkirin, lê heya niha Perleman nekariye wekî pêwîst karên xwe bike.

Di beramber vê rewşê de, Tevgera Goran dide xuyakirin ku serokê Perleman bi biryareke siyasî ji kar hat dûrxistin û heya ku li karê xwe vegere, divê PDK û Tevgera Goran rêketineke siyasî nû bi hev re bikin.

Ji aliyê xwe ve jî, serkirdeyekî Yekgirtûya Islamiya Kurdistanê bal kişand  ser giringiya ektîvkirina Perleman di dema derbasbûyî de û tekez kir, ku ektîvkirina Perleman rê li pêşya gellek tedbîrên dijminane yên Bexdayê girt, lê niha divê endamên firakisyonên partiyên di nav Perleman de, ji berjewendiya hizbîtî dûr bikevin û ji bo berjewendiya giştî kar bikin.