Amerîka 120 hezar leşker dişîne Rojhilata Navîn

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka “Pentagon” plan dike 120 hezar leşker bişîne Rojhilata Navîn, heger Îran êrîşî ser hêzên Amerîka bike, yan dest bi berhemanîna çekê atomî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka “Pentagon” plan dike 120 hezar leşker bişîne Rojhilata Navîn, heger Îran êrîşî ser hêzên Amerîka bike, yan dest bi berhemanîna çekê atomî bike.

Rojnameya “New York Times” a Amerîkî li ser zarê berpirsên Koşka Spî ya Amerîka belav kir, Wezîrê Bergîriyê yê Amerîka bi wekalet Patrick Shanahan roja 9ê Gulanê di civîna bi Mezin Alîkarê Serok Donald Trump re ew plan diyar kiriye.

New York Times amaje bi wê kiriye, ew plan li ser daxwaza Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka John Bolton hatiye dariştin, lê êrîşa bejahî li ser Îranê di wê planê de nîn e, ji ber ku Amerîka heger karekî bi wî awayî bike, pêwîstî bi hejmareke mezin a leşkeran heye.

Ev di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump duhî hişyariyeke tund da Îranê û got: “Heger Îran çi gavê li hember berjewendiyên Amerîka bavêje, ewê şaşîtiyeke mezin be.”

 

S. B