Rêjîma Esed firîngeh û bingehên xwe yên serbazî ji tirsa Amerîka vala dike

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku hêzên rêjîma Sûryê dest bi valakirina firîngeh û bingehên xwe yên serbazî kirine.

K24 - Navenda Nûçeyan

Riwangeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan ragihand, ku hêzên rêjîma Sûryê dest bi valakirina firîngeh û bingehên xwe yên serbazî kirine.

Li gorî Riwangeha Sûrî, ew tedbîr weke amadekariyekê ye, ji bo xweparastinê ji êrîşa çaverêkirî ya Amerîka, ku serokê Amerîka Donald Trump, soz daye li rêjîma Esed bide.

Herwiha Riwangehê li ser rûpela xwe nivîsiye, "Zanyariyan piştrast kirine, ku rêjîma Beşar Esed piraniya bingeh û firîngehên serbazî li seranserî navçeyên desthilata xwe vala kiriye, daku xwe ji êrîşa serbazî ya Amerîkî biparêze, ku di encama kîmyabarankirina bajarê Dûma de, bi çekên kîmawî ji aliyê hêzên rêjîma Esed ve, Serokê Amerîka soz da, ku ewê êrîşeke serbazî li dijî rêjîma Esed encam bide".

Şevê din di civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî de, nûnerê Rûsya êrîşa li ser Sûryê red kir û careke din Vîto ji bo parastina rêjîma Beşar Esed bikar anî.

Îro jî serokê Amerîka Donald Trump, gefa encamdana êrîşeke serbazî li dijî rêjîma Esed kir û di Tiwîttekê de got: "Pêwîst e Rûsya amade be ji bo wan mûşekên zîrek û nû, ku dikarin bighêjin nava Sûryê".

Herwiha Trump di wê nivîsa xwe de bang li Rûsya dike û dibêje: "Nebe hevkara heywanekî, ku xelkê xwe bi gazên jehrewî dikuje û ji vê yekê serbilind dibe".

N.O