Kosret Resûl dibe biryarderê yekem yê YNK

Peyvdarê YNK: Kongirek nikaribe nexşe riya YNKê destnîşan bike û serêşê ji YNK re çêbike, heger neyê kirin wê baştir be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê fermî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre, eşkere kir, ku di civîna îro ya encûmena serkirdatiya YNK de, endamên polîtbîroya YNK hatin hilbijêrtin û heya girêdana kongirê giştî, wê Kosret Resûl biryarderê yekem yê YNK be.

Di kongirekî rojnamevanî de, Seidî Pîre eşkere kir: "Di civîna îro ya encûmena serkirdatiya YNK de, endamên polîtbîroya YNK hatin hilbijêrtin û cîgirê sikirtêrê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî, heya lidarxistina kongirê giştî wê biryarderê yekem yê YNKê be û di hilbijartinan de, wê serperiştiya lîsta YNKî bike".

Seidî Pîre got jî: "Êvara îro polîtbîroya YNK ji bo amadekariyên hilbijartinên Iraqê, wê li Silêmaniyê bicive û çend pêşinyaran wê derbarê kongir amade bike û ji bo encûmena serkirdatiyê wê bên şandin".

Peyvdarê YNK diyar kir, ku kongirek nikaribe nexşe riya YNKê destnîşan bike û serêşê ji YNK re çêbike, heger neyê kirin wê baştir be".

Pîre navê wan kesan eşkere kir, ku wek endamên polîtbîroya YNK wê dest bi karên xwe bikin, lê navê Necmedîn Kerîm, di nav wan wê lîstê de nebû.

Seidî Pîre got: "Endamên polîtbîroyê pêkhatine ji Kosret Resûl, wê ew karê sikirtêrê giştî bike, Hêro Ibrahîm Ehmed, Mela Bextiyar, Umer Fetah, Hakim Qadir Hemecan, Mehmûd Sengawî, Ref'et Ebdella, Şêx Ceifer, Erselan Bayiz, Îmad Ehmed, Şoreş Ismaîl, Seidî Ehmed Pîre, Ednan Muftî, Rizgar Elî, Qadir Ezîz û Aso Elmanî".

N.O