Kongressmanekî Amerîkî: Divê Amerîka rê li ber êş û azarên Kurd bigire
K24 – Navenda Nûçeyan
Kongressmanê Amerîkî Ralph Abraham ku nûnerê wîlayeta Louisiana ye û ji Partiya Komariyan a Amerîkî ye, piştevaniya xwe ji Kurd re tekez kir û ragihand, berjewendiyên Amerîka bi berjewendiyên Kurd re rastî hev tên.
Wî kongressmanê Amerîkî di daxuyaniyekê de ligel K24ê got: “Pêwîst e ji bo hevkarîkirina Kurdistanê û xelkê wê, em zêdetir bêne pêş.”
Got jî: “Divê rêz li Kurd were girtin, ku mil bi milê leşkerên Amerîka şer kirin û ji bo azadiya xwe xwîn rijandine.”
Ralph Abraham got jî: “Berjewendiyên Amerîka bi berjewendiyên Kurd re rastî hev tên û divê rola me ya zêdetir derbarê ew bûyerên li Herêma Kurdistanê rû didin de hebe.”
Tekez kir jî, divê Amerîka rê li ber êş û azarên ku rûbirûyî Kurd dibin bigire.
S. B