Şêx Cafer: Bafil xayîn e û xiyaneta Kurd kiriye

Fermandarê Yekîneya 70ê ya hêza Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mustefa ragihand, Bafil Talebanî xiyanetî kiriye û bi awayekî tektîkî vekişiya ye, ji bo duristnebûna şerê navxweyî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Yekîneya 70ê ya hêza Pêşmerge Şêx Cafer Şêx Mustefa ragihand, Bafil Talebanî xiyanetî kiriye û bi awayekî tektîkî vekişiya ye, ji bo duristnebûna şerê navxweyî.

Şêx Cafer di hevdîtinekê de ligel rojnameya “Ray” a Kiwêtî aşkere kir, “Armanca me ji vekişandina ji Kerkûkê, parastina hêzên me bû.”

Got jî; “Îran û Tirkiyê glopa kesk ji artêşa Iraqê re vêxistin, ji bo bi serperiştiya Taranê bêne navçeyên me.”

Derbarê Bafil Talebanî de, Şêx Cafer nîşan da, ku navborî xiyanetî kiriye û got: “Ew xayîn e, kesek ligel wî nîn e ji bilî grûpeke biçûk.”

Herwiha got: “Tevî ku ew yek encam da, me hewl da xwe ji şerê navxweyî biparêzin û pirsgirêkan bi guftûgo çareser bikin.”

Fermandarê Yekîneya 70ê tekezî li wê yekê kir, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyam daye, ji bo rêkxistina hêza Pêşmerge û rûbirûbûna artêşa dagîrker.

Amaje bi wê jî kir, Kurd rijd e li ser vegerandina xaka xwe, ya ji aliyê artêşa Iraqê û mîlîşyayên Heşda Şeibî ve hatiye dagîrkirin.

Di dawiyê de, Şêx Cafer ragihand, amade ne berevaniyê tevahiya xak û welatê xwe bikin û di bin ti fişarekê de jî naçin bin wê barê nû.