Trump: Mattis dikare dest ji kar berde

Ev demek e di raya giştî de tê gotin ku, Mattis dixwaze dest ji kar berde. Trump bi xwe helwêsta xwe di CBS de eşkere anî ziman

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Amerikayê Donald Trump di bernameya 60 minutes (60 xûlek) a qenala telewizyonî CBS de anî ziman ku: “Ger Mattis dixwaze, dikare dest jikar berde. Mattis bi xwe zilamek baş e, lê ez wî hema bêje wekî kesek ji Demokratan dibînim, lê bixwaze dikare dest ji kar berde”.

Ev demek e di raya giştî de tê gotin ku, Mattis dixwaze dest ji kar berde. Trump bi xwe helwêsta xwe di CBS de eşkere anî ziman.

Ligor hin ji medyayên Amerîkî di çendîn babetan de di navbeyna Trump û Mattis cudahiya nêzîkahiya pirsan heye û liser vê yekê Mattis dixwaze dest ji kar berde.

 

 

C.B