Nerînên PDK û YNKê bo çareserkirina rewşa Kerkûkê cuda ne

PDK û YNKê her yek nerîneke wê ya cuda ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê heye. YNK dixwaze parêzgarekî li ser pişkê partiya xwe ji bo Kerkûkê dane, PDK jî berûvajî wê dixwaze parêzgar bêalî be. Lê her du partî li ser derketina hêzên biyanî ji Kerkûkê hevnerîn in.

K24 – Navenda Nûçeyan

PDK û YNKê her yek nerîneke wê ya cuda ji bo çareserkirina pirsgirêka Kerkûkê heye. YNK dixwaze parêzgarekî li ser pişkê partiya xwe ji bo Kerkûkê dane, PDK jî berûvajî wê dixwaze parêzgar bêalî be. Lê her du partî li ser derketina hêzên biyanî ji Kerkûkê hevnerîn in.

Di vê derbarê de, Peyvdarê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Pîre ji K24ê re got: “Ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê, divê hemû hêzên biyanî yên dest danîne ser wî bajarî ji bajêr derkevin û hêzên Pêşmerge, artêşa Iraqê, Polîsa Federalî û Heşda Şeibî li derveyî bajêr şerê terorê bikin û Polîsa navxweyî tenê parastina bajêr bikin.”

Pîre amaje bi wê dike, “Ligel wê jî, pêwîst e parêzgarekî nû ji bo Kerkûkê bê danîn. Em wek YNKê di wê baweriyê de ne, divê PDK, YNK û aliyên Iraqî li danîna parêzgar lihev bikin, k user bi YNKê ve be.”

Niha Kerkûk ku ji aliyê desthilateke leşkerî ve tê birêvebirin, ji zêdetir salekê ve ye PDK û YNKê li ser çawaniya asayêkirina rewşa bajêr xwedî nerînên cuda ne. YNK rijd e li ser danîna parêzgerekî nû ku ji YNKê be, PDKê jî daxwaz dike parêzgarê hilbijartî vegere ser karê xwe. Ev yek jî ji ber wê tê, ku Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ta niha nikare bicive.

Ji aliyê xwe ve, Endamê Polîtburoya PDKê Kemal Kerkûkî ji K24ê re tekez kir, “Destpêkê divê rewşa Kerkûkê bê asayîkirin û Encûmena Parêzgehê vegere ser karê xwe, piştre parêzgarê rewa yê ji aliyê wê encûmenê ve hatiye hilbijartin (Necmedîn Kerîm) bixwe çarenivîsa yekalî bike, ka di postê xwe de dimîne yan dest ji kar vedikişîne.

Kerkûkî dibêje: “Heger wî parêzgarî destê xwe ji kar vekişand, wê demê û bi nerîna PDKê divê kesekî bêalî ji bo wê postê bê diyarkirin.”

Li ser fermana Serok Barzanî, PDKê komîtek ji bo asayîkirina rewşa Kerkûkê pêk aniye, dosya wê jî niha di destê Encûmena Serkirdatiya Kerkûk – Germiyan a PDKê de ye. Ew komîte jî niha bi pêkhateyên din ên Kerkûkê re di guftûgoyê de ye. Lê ta niha ne diyar e çi demê PDK û YNKê li ser asayîkirina rewşa Kerkûkê lihev dikin.