Hevserokê PYDê: Divê hêzên navdewletî bi erkên rabin

Digel bêdengiya navneteweyî derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM dibîne ku oprasyona "Şaxê Zeytonê" bi erêkirina Rûsyayê dest pê kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Digel bêdengiya navneteweyî derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê li ser Efrînê, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM dibîne ku oprasyona "Şaxê Zeytonê" bi erêkirina Rûsyayê dest pê kir.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dide zanîn jî ku êrîşên li ser Efrînê piştî hevdîtinekê di navbera Serokerkanê artêşa Tirikyê û yê Rusyayê li Moskoyê tên.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji K24ê re wiha axivî: “Glopa kesk ji aliyê Rûsyayê ve hatiye dayîn. Helbet di vê çarçovê de rola Hevpeymaniya Navdewletî heye, ku ew Tirkiye wek welatekî NATOyê û dikarin fişarê lê bikin û vê êrîşê rawestînin. Divê hêzên navdewletî bi tevahî bi erkê li hember gelê Kurd û gelê bakurê Sûriyê yên DAIŞê şikandine bicih bînin û destêwerdana vê rewşê bikin.”

Ji aliyê xwe ve jî , Hevserokê Desteya Derve ya Cezîrê Ebdilkerîm Omer got: “Ev êrîş ne kurdan bi tenê armanc digire û dibêje, Efrînê bajarekî Sûrî ye û bi vê oparasyonê Tirikyê serweriya welatekî di Netewên Yekgirtî de binpê dike. Ev êrîş dê bandora xwe li ser proseya siyasî bike. Tirkiye weka çawa di hemû siyasetên xwe ên li navçê biser neketî, dê li Efrînê jî biser nekeve.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê di 18 vê mehê de ragihandibû, heger artêşa Tirikyê êrîşî Efirînê bike, artêşa Sûriyê dê bersiva wan bide, lê ta niha ti bersiv ji aliyê Sûriyê ve nehatiyê dan.