Îranê ji Tirkiyê xwast: Operasyona Efrînê rawestîne

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê bi têkdana aramiya li Sûriyê û navçê binav û daxwaza rawestandina wê operasyonê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê operasyona leşkerî ya Tirkiyê li dijî Efrînê bi têkdana aramiya li Sûriyê û navçê binav û daxwaza rawestandina wê operasyonê kir.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî di konferanseke rojnamvanî de ragihand, ew bi berdewam rewşa Sûriyê ligel Tirkiye û Rûsyayê gotûbêj dikin û pêşhatên nû dişopînin.

Behram Qasimî got jî, pêwîst e Tirkiye baş bi operasyona xwe ya leşkerî ya li Sûriyê de biçe û daxwaz ji Tirkiyê kir ku operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê rawestîne û di riya danûstandinên Astanayê re her tiştê girêdayî rewşa Sûriyê çareser bike.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ji roja 20ê Çileya bûrî ve bi fermî dest bi operasyona leşkerî li dijî Efrînê kirin û ew êrîş îro di roja 17emîn de berdewam e.

Ji destpêka êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê ve û li gor Encûmena Tenduristiya Efrînê ta niha di êrîşên firoke û topxaneya Tirkiyê zêdetir ji 129 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 320 kesn din jî birîndar bûne.

Bi destpêkirina operasyona li dijî Efrînê ti karvedaneke navdewletî ya bihêz nebû, ku Serokê Firensa ji Tirkiyê xwest ku di operasyona xwe de, xwe ji kuştina sivîlan dûr bixe û gotibû, pêwîst e ew operasyona Tirkiyê ne bi mebesta dagîrkirina axa Sûryê be.

Herwiha Amerîka jî li ser zarê Wezîrê Derve Rex Tillerson daxwaz ji Tirkiyê kiribû, ku operasyona xwe ya li dijî Efrînê sînordar bike.