Amerîka: Em nikarin bitena xwe şerê DAIŞê bikin

Berî niha jî serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku di demeke nêzîk de, ewê hêzên xwe ji Sûryê û Rojavayê Kurdistanê bikişînin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Fermandarê hêzên Marines yên Amerîkî ceneral Robert Niler ragihand, ku welatê wî, nikare bitena xwe rastî çekdarên DAIŞê bê.

Ceneral Robert Niler diyar kir, ku Amerîka nikare li hemû cîhanê bitena sere xwe şerê girûpên tundrewên DAIŞê bike.

Niler di çarçoveya hevpeyvînekê de, li gel Sentera Lêkolînên Amerîkî ya Atlantik Kansil eşkere kir, Amerîka nekare û nedixwaze li hemû cihekî bi tena xwe li çekdarên DAIŞê bide.

Daxuyaniyên Fermandarê Hêzên Marines yên Amerîkî, piştî serhildana çekdarên DAIŞê li çend welatên Afrîqî û ragihandina nemana wê girûpê li Iraq û Sûryê hat.

Berî niha jî serokê Amerîka Donald Trump ragihand, ku di demeke nêzîk de, ewê hêzên xwe ji Sûryê û Rojavayê Kurdistanê bikişînin, di demekê de, ku heya niha şerê terorê li Sûryê berdewam e.

Li ser wê biryara Trump, cîgirê sikirtêrê Partiya Yekîtî Kurd li Sûryê Hesen Salih ji K24ê re ragihand, ew ne di wê baweiyê de ne, ku Amerîka zû bizû hêzên xwe ji Sûryê û Rojavayê Kurdistanê bikişîne, lê bi gotina hin siyasetvanên din yên Kurd, kişandina hêzên Amerîkî ji Sûryê û Rojavayê Kurdistanê, wê bandorê li rewşa serbazî û siyasî bike û eger heye rêxistinên terorî careke din di Sûryê de çalak bibin.

N.O   

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a9feda77-730b-4d8a-97ae-05f5a8d9843f/033118TFF.ism/manifest