Mesrûr Barzanî û Falih Feyaz civiyan

Di çarçoveya Konferansa Asayişa Munchenê li Almanya, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel Şêwirmendê Civata Asayişa Iraqê Falih Feyaz civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya Konferansa Asayişa Munchenê li Almanya, Şêwirmendê Civata Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî digel Şêwirmendê Civata Asayişa Iraqê Falih Feyaz civiya.

Di hevdîtinê de, giringiya vegera karkirin bi mekanîzma ya ewlekariya hevbeş a di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî de li navçeyên taybet bi maddeya 140 hat gengeşe kirin, û dilgiranî ji zêdebûna liv û tevgera DAIŞê û kiryarên wê li parêzgehên Kerkûk, Mûsil, Selaheddîn, Diyale û beşek ji Enbar hat nîşandan.

Di wê hevdîtinê de Mesrûr Barzanî tekez kir, rawestandina DAIŞê û rûbirûbûn a ideolojiya wê pêwîstî bi alîkariya berdewam a di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de heye.

Her di wê hevdîtinê de, her du alî liser giringîdan bi asayîkirina rewşa Kerkûkê liser binemayê wê nexşerêya di maddeya 140 a destûrê hatiye, hevnerîn bûn.

Behskirina rewşa Sûriyê û pêşhateyên navçeyê tewerek din a hevdîtinê bûn.

 

 

C.B