Komisyon amadekariyên hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotûbêj dike

Berî niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 30ê Êlûna îsal ji bo encamdana hilbijatinên Perlemana Kurdistanê destnîşan kiribû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, amadekariyên encamdana hilbijartinên Perleman û Serokatiya Herêma Kurdistanê gotûbêj dike.

Peyvdarê Komisyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê Şêrwan Zirar ji Kurdistan24ê ragihand, ku îro endamên Civata Komisyaran derbarê amadekariyan ji bo hilbijartinên Perleman û Serokatiya Herêma Kurdistanê dicivin.

Şêrwan Zirar diyar kir, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê gujmê deh milyar dînar ji bo encamdana hilbijartinan, xistiye ser hejmara Komisyonê ya bankî.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê "Beşêk ji gotûbêjên îro yên civîna Komisyona Hilbijartinan, wê derbarê sîstema hilbijartinan be, ji ber ku heya niha diyar nebûye, gelo wê dengdana vê carê bi sîstema eliktironî be, yan wê wek berê dengdan û hejmartina dengan bi destan be".

Ev yek di demekê de ye, ku berî niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê, roja 30ê Êlûna îsal ji bo encamdana hilbijatinên Perleman û Serokatiya Kurdistanê destnîşan kiribû.

N.O