Enqere bi şêwazeke cuda dê berê xwe bide rojhelatê Feratê

Tirkiye ev heyameke dilgraniya xwe a li ser rojhelatê Feratê û Minbicê tîne der û ev her du devar di navbera Enqera û Washîntonê de jî weke nediyariyekê xwe didin der.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiye ev heyameke dilgraniya xwe a li ser rojhelatê Feratê û Minbicê tîne der û ev her du devar di navbera Enqera û Washîntonê de jî weke nediyariyekê xwe didin der. Ji ber ku Minbic û rojhelatê Feratê di bin çavdêriya Amerîkayê de ye û Tirkiye dixwaze ku li wan deveran YPG bê derxistin. Li gorî hin pisporên Tirkiyê, Enqere bi şêwazeke cuda dê berê xwe bide rojhelatê Feratê û hin pispor jî dibêjin, mijara Minbicê dê di navbera Enqere û Washîngtonê de bi rêbazeke din bê çareserkirin.

Artêşa Tirkiyê, ku ev demeke gefan li dijî Rojavayê Kurdistanê dixwe, hêzên xwe yên li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde dike û carinan jî deverên Grî Spî û Kobanî topbaran dike. Lê piştî bi rêya telefonê axaftina serokê Amerîkayê Trump û serokomarê Tirkiyê Erdogan, û gera çavdêriya hêzên hevpeyman li Kobanê û Girê Spî bombeberanên Tirkiyê sekinîne. Herwiha di nava rayagiştî de jî behsa operasyonekê nayê kirin.

Lê belê li gorî hin pisporên ewlehiyê yên Tirkiyê, Enqere ne bi şêwaza operasyona Efrîn û Cerablûsê dê bi rêbazeke cuda operasyonên xwe li ser rojhelatê Feratê pêk bîne.

Pisporê Ewlehiyê Mîthat Işik ji K24ê re got: "Birastî li Sûriyeyê planên Amerîka û Tirkiyeyê lihevûdin nayê. Yanê nêrîna her du welatan jî him ji bo rojhilatê Feratê him jî ji bo rojavayê Feratê cuda ye. Tirkiye ji serî ve dibêje ku hebûna rojhilatê Feratê bo sînorên min xetereyeke netewî ye. Ji loma jî dixwaze ku pêkhateyên PYD û YPGê ji van deveran vekişin. Li gorî texmînên min Tirkiye wê operasyoneke berfireh pêk neyne. Lê li gorî min wê bi top û obûsan li kozikên armanckirî yên YPGê bide. Ligel vê yekê dibe ku bi tîmên taybet jî li bejahî bikeve nava wan deveran."

Ne tenê rojhelatê Feratê di navbera Tirkiye û Amerikayê de mijara Minbicê jî weke nediyariyekê xwe dide der. Herçiqas her du welatan bi hev re derdora Minbicê gerên hevpar dabin dest pê kirin jî Tirkiye hêj neketiye nav bajarê Minbicê.

Bi boçûna hin pisporan Tirkiyeya ku ev heyameke bi Amerîkayê re di nava pêwendiyên baş de ye dê hewl bide ku hêzên YPG Û HSDê bi temamî li Minbicê derxîne.

Akademîsyen Doç.Dr. Resûl Yalçin dibêje: "Polîtîkaya Tirkiyeyê ya li Minbicê zelal e. Her gav dibêje bila YPG û PYD bi temamî ji Minbicê bê derxistin û ji aliyê niştecihên wê heremê ve bajêr bê birêvebirin. Tirkiye dixwaze Minbic di nava yekrêzîya xaka Sûriyê de bimîne. Helbet Amerîka jî dixwaze li wê deverê hêzeke ku di bin kontrola wê de ye ava bike. Bi ya min Ji bo ku Tirkiye êrîşê rojhelatê Feratê neke, Amerîka dê hêzên li Minbicê bi temamî bişîne rojhelatê Feratê. Jixwe daxwaza Tirkiyê jî ji serî ve ev e.

Amerîka li Sûriyê di çarçoveya têkoşîna dijî DAÎŞê de HSD ya ku serkêşiya wê YPG dike ji bo xwe weke hevalbend dibîne û heta niha nêzî 4 hezar barhilgir çekên gran ji YPGê ra şandiye. Ji loma jî tê gotin ku li Minbic û rojhelatê Feratê bêyî lihevkirina bi Amerîka û hêzên hevpeyman re dijwar e ku Tirkiye operasyoneke berfireh bide destpêkirin.