Ebadî serdana başûrê Mexmûrê kir

Heyder Ebadî ji bo ji nêzve şopandina destpêkirina piroseyên serbazî li navçeyên rojhilatê Dicle û rojavayê Kerkûkê û Hewîce bike, serdana başûrê Mexmûr û Geyare kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Roja Çarşemê 20/9/2017 serokwezîrê Iraqê û fermandeyê giştî yê hêzên çekdar Heyder Ebadî ji bo ji nêzve şopandina destpêkirina piroseyên serbazî li navçeyên rojhilatê Dicle û rojavayê Kerkûkê û Hewîce bike, serdana başûrê Mexmûr û Geyare kir.

Li gorî daxuyaniyeke nivîsgeha serokwezîrê Iraqê “Ebadî gihişte Mexmûrê daku serpereştiya komkirin û belavbûna hêzên Iraqî û pilanên kontirolkirina navçeyên rojhilatê Dicle û rojavayê Kerkûk û Hewîce bike.”

Herweha di daxuyaniyê de hatiye: “Di heyama serdana xwe de wê Ebadî li gel fermandeyên oprasyonan û berpirsên serbazî bicive.”