Tirkiye: Giliyê Balyozê Amerika kir: Wî bigrin(!)

Serokê Federasyona Yekîtiya Neteweyî û Bratiyê Ahmet Kabadayi, giliyê Balyozê Amerika li Tirkiyê John Bass li Dadgeya Samsunê kir û xwest Bass bê girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Samsunê li nêzîkî Deryaya Reş a Tirkiyê, Serokê Federasyona Yekîtiya Neteweyî û Bratiyê Ahmet Kabadayi, giliyê Balyozê Amerika li Tirkiyê John Bass li Dadgeya Samsunê kir û xwest Bass bê girtin.

Di giliyê xwe de Kabadayi nivîsand: “Dozgerê rêzdar, Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerika ku li welatê me kar dike John Bass, erkê xwe bi xerabî bicîh aniye, sûcê navneteweyî kiriye, jiber vê yekê ez daxwaza girtina wî dikim. Bass biryarnameyên hukimeta Komara Tirkiyê dijberê terorê rexne kirin e û ev yek destwerdana siyaset û karên me yên navxweyî ne. Li bajarê Artvinê bi hin dezgehên civatî yên sivîl re hevdîtin lidar xistin e û xwestiye dewlemendiyên me yên binerd neyên bikar ve anîn, bi vî awayî xwesteka xwe ya casusiyê li ser wan sepandiye û xwestiye gelê me li dij hukimeta xwe serî hilde. Gava gotî: ger DAIŞ 9,5 mehan nekarîbûye li Tirkiye çalakiyê bike û ev encama hevkariya me ligel Tirkiye ye, xwestiye gefan li Tirkiye bike.

Jiber van kiryarên Bass ez giliyê wî dikim.Dixwazim derketina wî ya derve bê qedexekirin û bê girtin!”

Federasyona Yekîtiya Neteweyî û Bratiyê, wekî dezgehek nêzîkî hukimetê tê zanîn.