Îran: Mûşekên me bi hesanî digihin keştiyên Amerika

Cîgirê Serokê Sûpaya Pasdaran a Komara Islamî ya Îranê Mihemed Salih Cokar diyarkir, ku mûşekên Îranê bi awayek hesanî dikarin bigihijin keştiyên şer ên Amerikayê, ku derbasî nav avên Kendavê bûn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Sûpaya Pasdaran a Komara Islamî ya Îranê Mihemed Salih Cokar diyarkir, ku mûşekên Îranê bi awayek hesanî dikarin bigihijin keştiyên şer ên Amerikayê, ku derbasî nav avên Kendavê bûn e.

Aloziya di navbeyna Waşington û Tehranê de her diçe berferehtir dibe. Amerika bi egera, ku helwêsta Îranê dijî Amerika gihiştiye astek gefxar û metirsîdar, hejmara serbaz û hebûna xwe ya serbazî li deverê zêde kiriye. Ligor Waşington: Îran di pêkanîna planên êrîşkarî hemberê berjewendiyên Amerika û hevpeymanên Amerika li deverê ye.

Di demek weha de Cîgirê Serokê Sûpaya Pasdaran a Komara Islamî ya Îranê Mihemed Salih Cokar ragihand, mûşekên Îranê bi awayek hesanî dikarin bigihijin keştiyên şer ên Amerikayê, ku derbasî nav avên Kendavê bûn e û wan bikin armanc. Amerika karîn û derfeta şer nîn e. Hêza mirovî û rewşa civatî ya Amerika nikare şerek weha hilbigire.

 

 

C.B