Komisyona Hilbijartinan bersiva biryara dadgeha Iraqê dide

Dadgeha lêkolînan a Resafe li Bexdayê biryara girtina serok û endamên Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê da, ji ber sedema ku wê komisyonê serperiştiya birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Derbarê biryareke Dadgeha Lêkolînan a Resafe li bajarê Bexdayê ya girtina serok û endamên Komisyona Herêma Kurdistanê de, Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê Hindirîn Mihemed Salih ji K24ê re ragihand, “Ew biryara dadgeha Iraqê ya li dijî serok û endameba Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiya Herêma Kurdistanê derkiriye, biryareke siyasî ye û wek biryarên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê ya serdama rêjîma Beis a rûxyayî ye.”

Îro 11 Cotmeha 2017an, Peyvdarê bi navê Encûmena Dadweriya Bilind Ebdilsetar Beyreqdar ragihand, “Dadgeha lêkolînan a Resafê biryara girtina serok û endamên komisyonê derkir, ji ber ku serperiştiya referandûma Herêma Kurdistanê kiriye.”

Herwiha gotiye: “Ew biryar bi piştbestin bi giliya Encûmena Asayişa Netewî derkiriye, ku dibêje biryara Dadgeha Federalî binoê kiriye.”

Beyreqdar tekez kiriye ku, “Dadgehê li gor benda 329 a Yasaya Sizayan, biryar girtina serok û endamên koisyonê derkiriye.”

Di wê derbarê de, Peyvdarê bi navê nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Seid Hudeysî ragihand, hikûmet pêdaçûnê ji bo cibicîkirina biyara girtina serok û endamên Komisyona Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha got: “Dadgeha Iraqê biryara girtin û lêpirsîna yasayî daye û niha ji aliyê dadgeha Iraqê ve tên xwastin. Biryara girtinê ji erkê hêzên ewlehiyê ye û ne zehmet e, îro yan sibe yan her demekê ew biryar cibicî dibe.”