PKK amade ye pêwendiyên xwe bi PDKê re asayî bike

Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) amade ye pêwendiyên xwe ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi pêş ve bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK) amade ye pêwendiyên xwe ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi pêş ve bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan ji kanala Medya Haberê re ragihand, ew dixwazin pêwendiyên PKK-PDK’ê pêş bikevin û li Kurdistanê rolekî erênî bilîzin.

Kalkan di beşeke din ya axaftina xwe de tekez kir, PKK dixwaze protokola xwe bi PDKê re ya ku di sala 1982an de hatibe îmzekirin derbarê encamdana kongreyeke netewî de, dubare bixe warê cibicîkirinê.

Ew endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê dibêje, PKK girêdayî wê protokolê ye û amade ye di her demekê de cibicî bike.