14 rojnamevanên Cumhuriyetê hatin cezakirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Dadgeha Stenbolê di derbarê doza rojnameya Cumhuriyetê de biryara xwe da û cezaya zindanîkirinê bi ser rojnamevanên Cumhuriyetê de barand.
Dadgeha Stenbolê di derbarê doza rojnameya Cumhuriyetê de biryara xwe da û cezaya zindanîkirinê bi ser rojnamevanên wê de barand. Di derbarê 14 rojnamevan, nivîskar û parêzerên Cumhuriyetê de bi tohmeta bangeşekirina terorê ji 2 sal û nîvan heta 7 sal û nîvan cezaya zindanîkirinê hate dayîn.
Dadgeha Stenbolê ji bo Rêvberê Giştî yê Cumhuriyetê Murat Sabuncu, nivîskar Aydin Engîn û rojnamevan Ahmet Şik 7 sal û nîv ceza da. Ji bo rojnamevan Akin Atalay ko duh şev hate berdan 7 sal û 3 meh ceza hate dayîn. Ji bo Orhan Erînç û Hikmet Çetînkaya 6 sal û 3 meh, ji bo Bulent Utku 2 sal û 4 meh, ji bo nivîskar Onder Çelîk, Hakan Kara, Mustafa Kemal Gungor, Guryar Oz û Musa Kart 3 sal û 9 meh, ji bo Emre Îper 3 sal û ji bo nivîskar Kadrî Gûrsel jî 2 sal û nîv ceza hate dayîn.
Rojnamevanên Cumhuriyetê di sala 2016an de hatibûn girtin û bi bangeşekirina terorê dihatin tohmetbarkirin. Heta niha hemû rojnamevanên Cumhuriyetê hatin azadkirin û piştî vê demê dê dadgehên Îstînafê biryara zindanîkirina wan bidin.
S. B