Kurdistan 18emîn salvegera girtina Ocalan û pêvajoya aştiyê

 

K24 – Navenda Nûçeyan

15ê Sibatê, salvegera girtina Rêberê PKKê Abdullah Ocalan e. Ocalan ev 18 sal in di girtîgeha Îmraliyê cezaya heta hetayê dikşîne. Di pêvajoya 18 salan de Ocalan gelek caran bang li dewleta Tirkiyê û PKKê kir ku, ji çareserkirina pirsa Kurdî çek werin bêdengkirin. Lê berevajî vê yekê îro şer li Bakurê Kurdistanê djwartir bûye.

15ê Sibatê salvegera girtina rêberê PKKê Abdullah Ocalanî e. Çîroka girtina Ocalanî di 16ê Îlona 1998an dest pê dike.  Fermandarê Hêzên Bejahî a wê demê Atîlla Ateş li ser sînorê Sûriyê gef li wî welatî xwar û got, êdî sebra wan nemaye. Ocalan jî têgihêşt ku êdî ew nikare li Şamê bimîne û 9ê Cotmehê bi firokeyekê çû Atînayê. Lê Atîna deriyên xwe ji Ocalanî re girt.

Piştî Atînayê ne Rûsya, ne Holanda û ne jî Italya Ocalanî hewand. Rawestgeha dawî Kenya bû, lê MÎT cihê wî nedizanî. 4ê Sibatê berpirsê CIAyê yê Enqereyê digel Şewîrmendê MÎTê Şengal Atasagunî re civiya û pêşniyara radestkirina Ocalan kir.  Piştî 13 rojan MÎT bi alîkariya CIAyê operasyonek pêk anî û Serokwezîrê wê demê Bûlent Ecevît girtina Ocalanî ragihand.

Dadgehkirina Ocalanî di 31ê Gulanê de dest pê kir û di 29ê Hezîranê de bi darvekirinê hate cezakirin. Lê Ocalan nehat darvekirin. Lewra di çarçoveya pêvajoya Yekitiya Ewropayê de Tirkiye cezaya darvekirinê rakir.

Rêberê PKKê di dadgehkirina xwe de tezeke bi navê Komara Demokratîk ragihand. Di çarçoveya wê tezê de lêborîna xwe ji dayikên leşkerên Tirkiyê xwast û got: “Armanca wî ne avakirina dewleteka Kurdî ye. Ew ji bo aştiya civakî ya Tirkiyê û Komara Demokratîk amade ye xizmeta dewletê bike.”

Piştre bang li PKKê kir ku, hêzên xwe yên leşkerî ji nav sînorên Tirkiyê derxe û agirbestê rabigihîne. PKK banga Abdullah Ocalanî pejirand. Him hêzên xwe vekişand, him jî heta 5 salan agirbest ragihand.

Lê di sala 2004an de PKKê careke din dest bi şerê çekdariyê kir. 2005an de jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan li Diyarbekirê axaftineke dîrokî kir û got, ew ê pirsa Kurdî çareser bike. Piştre jî bi hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî sala 2009an de pêvajoya aştiyê dest pê kir.

Di vê pêvajoyê de hikûmeta Tirkiyê bi vekirina “TRT Kurdî” dest bi çend reforman kir. Di Newroza 2013an de Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bi nameyeke girîng dawîbûna dema şerê çekdarî ragihand. Di newroza 2015an de jî ji PKKê daxwaza konferansa çekdanînê kir. Lê PKK guh neda banga Ocalanî. 5ê Gulanê de Hevseroka KCKê Besê Hozat got, di rojeva wan de konferansa çekdanînê nîne. Ji ber ko pêvajo neçû serî û dewlet gav neavêt. Lewma ew kongreya çek danînê lidarnaxin.

Di 11ê Tirmehê de jî KCKê agirbest bidawî anî. Di 14ê Tirmehê de Besê Hozat careke din axivî û  banga serhildanê kir. Hozat got êdî pêvajoya şerê gel a şoreşger dest pê kiriye.

Piştî van daxuyaniyan bi hefteyekê, di 20 Tirmehê de bi teqîna Pirsûsê û kuştina 2 polîsan pêvajo şikest û ji nişka ve şerekî dijwar dest pê kir. Ev şer heta niha jî berdewam e û di encamê de bi dehan bajarên Bakurê Kurdistanê wêran bûn, bi sedan hezar Kurd koçber bûn û nêzikî deh hezar kes jî canê xwe ji dest dan.

Gelek caran rayedarên HDPê ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaza alîkariyê kirin. Barzanî di 25ê Mijdarê de ragihand ku, ew amade ye ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê alîkarî bike. Jixwe niha jî gelek aliyên civakî û siyasî yên demokrat hêvî dikin, pêvajo careke din dest pê bike û mafên Kurdan ên netewî werin naskirin.