Serokerkan Hulusî Akar bû Wezîrê Bergîriyê

Piştî ku Serokerkan Hulusî Akar di kabîneya nû ya Serokomariyê de bû Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê, Serokomar Receb Tayîb Erdogan, Fermandarê Hêzên Bejahî Genaral Yaşar Guler wek serokerkanê nû yê Tirkiyê ragehand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan duh bi merasîmekê kabîneya xwe ya nû aşkere kir û sîstema nû ya Tirkiyê bi awayekî fermî destpê kir.

Di kabîneya nû ya Erdogan de Sererkanê Artêşa Tirkiyê Hulusî Akar weke Wezîrê Bereveniyê hat destnîşan kirin û cihê xwe di kabîneyê de girt.

Hulusî Akar weke kesekî nêzî Erdogan tê zanîn û di hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê de ji aliyê derbekaran ve hatibû dîl girtin û piştre hatibû xilaskirin.

Di heyama sererkaniya Akar de li bajarên Bakurê Kurdistanê bi têkçûna proseya çareseriyê pevçûnên dijwar rû dan. Herwiha li derveyî Tirkiyê jî operasyonên Mertala Feratê û Şaxê Zeytûnê li Rojavayê Kurdistanê hatin encamdan.

Li şûna Hulusî Akar, Fermandeyê Hêzên Bejayî Serfermandar Yaşar Guler weke sererkanê nû yê artêşa Tirkiyê hat destnîşan kirin.

S. B