Mela Bextiyar: Ji ber kesên kêmfam û nezanan me şikestin xwar

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di peyamekê de rewşa navxwe ya YNKê bi metirsîdar binav dike û radigand, tekevisyona wan hatiye dagîrkirin û bi sedema şaşiya kesên kêmfam û kesên pûç wan şikestî aniye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Desteya Karîger a Polîtburoya YNKê Mela Bextiyar di peyamekê de rewşa navxwe ya YNKê bi metirsîdar binav dike û radigand, televisyona wan hatiye dagîrkirin û bi sedema şaşiya kesên kêmfam û kesên pûç wan şikestî aniye.

Mela Bextiyar derbarê rewşa niha ya YNKê de peyamek belav kir û got: “Rewşa Kurdistanê gihêştiye kendaleke metirsîdar. Dixwazim bi vê peyamê gelê me yê dilsoz, Pêşmergeyên Qehreman, kesûkarên şehîdan û tevahiya aliyên siyasî agahdar bikim.”

Mela Bextiyar di peyama xwe de dibêje: “Çaverê dikim parlemantoya Kurdistanê, yan her komîteke şareza ya bêalî nirxandineke kûr li ser koma bûyaran bike û bi hûrî li ser karesata Kerkûkê jî, li ser her kes, girûp û aliyekî tawanek bê çespandin, wê demê divê bi riya dadgehê bê cezakirin. Li nava YNKê de jî bi heman awayî.”

Mela Bextiyar dibêje: “Heta encamên nirxandinê bi belge dernekevin, parvekirina tuhmetan di ragihandin û hevdîtinan dem karekî ne hêjayî ye. Bêgûman ev bûyerên li jêr bûne, her aliyek li gor singa xwe û her karbidestek li gor pêgeha xwe, pişkê karesatê hildigire.”

Mela Bextiyar got: “Ne ku ji du hefteyan, lê ji piştî nexweşiya Mam Celal ve, keda Ferhad min da (Kedekî mezin) hem di nava YNKê û hem di navbera YNK û PDKê û aliyên de, hevdem di navbera herêma û Bexdayê û dewletên navçê de, ku siyaseteke hişmend û hevseng were girtin, lê mixabin beşeke berçav yaw ê siyasetê ji ber kêmfam û kesên pûç me şikestî anî.”

Derbarê referandûmê de jî, Mela Bextiyar dibêje: “Berdewam min di civînên dualî yên YNK û PDKê de û yên sêalî di navnera YNK, PDK û Yekgirtû de, herwiha di civînên Komîta Bilind a Referandûmê de jî rijd bûm ku bedîlê referandûmê qebûl bikin û ligel Amerîka, Brîtanya û dewletên navçê, Encûmena Asayişa Navdewletî û hikûmeta Iraqê guftûgoyeke berpirsyane bikin, lê di nava raya giştî ya gelê me de, dilê yek welatiyekî Kurdistanê jî di berevaniya di ber mafê demokrasî sar nekir. Em heta çendî di vê siyasetê de şaş û heta çend jî rast bin, weke YNKê bila ez wê ji nirxandin û lêkolînê bihêlim.”

Mela Bextiyar peyama xwe arasteyî camewerê serbilind ê Kurdistanê dike û dibêje:

Bi vê peyama hemû aliyan agahdar dikim:

Yekem: Metirsiyeke mezin li ser Başûrê Kurdistanê heye, ku bibe du îdare û du îdare jî derketina şerê navxweyî û destêwerdana herêmî û navdewletî ya nexwastî jê tê çaverêkirin.

Duyem: Ji encamên pirsgirêkên ne çareserkirî yên ji piştî nexweşiya Mam Celal, giriftên wê binbest nêzîk kirine û metirsiya cudabûneke mezin, gefê li YNKê dike. Kêmfam û keysebaz yên nava YNKê û facebookbaz jî mijûlî şêwandina mejiyê xelkê dikin, wek pêşiyan gotiye: “Ji diz re bazareke tevlîhev heye” Ew kes jî di nava hemû bizav û cemseran de gelek bi naberpirsane, di demên bihorî de bi giştî û di du mehên dawî de bi taybetî, destê wan heye. Di vê rewşa ku YNKê ketiye nav de, ku mixabin beşek ji armancên xwe yên çepel bi dest xistine.

Mela Bextiyar ji kesên ku karesat bi serê wan de hatiye re dibêje: “Du îdare û cudabûna ji nava YNKê, yan cudabûna nava YNKê û du îdareyî, di vê şert û mercên piştî karesata Kerkûkê, pêwendiyeke tundûtola wê bi hev re heye.

Her Kurdekî bi rûmet û her endamekî YNKê yê dilsoz, heger bi ya wî be, piştî karesata leşkerî ya li navçeyên pirsgirêk li ser (Bi bajarê min yê azîz Xaneqînê ve) bi ser me da hatiye, me ranekêşîne bo karesata siyasî ya tirsanektir, maf ev e, dilsoz çendî li dijî cudabûna herêmê ne, ewqas jî bi rewşa yekrêziya YNKê di nava YNKê de bin.

Li vir radigihînim, li dijî cudabûna YNKê û li dijî du îdareyîyê me, bi tundî li dijî wê yekê jî me, ji bilî çareserkirina pirsgirêkên di nava YNKê de, ti riyeke din nagirine ber, ji ber wê pêdagiriyê li ser organên YNKê, tevahiya desthilata partîtî û siyasî dikim, nabe ti kesek û ti malbatek biryarê bide, yan civînekê ligel ti aliyekî bike.

Hevalên dêrîn û yên nû yên ku min nas dikin, di ti qonaxekê de min xwe ji berpirsatiyê nedaye aliyekî, lê belê rewşa Kurdistanê û mixabin ya nava YNKê jî wiha lê hatiye ku ez bêjim:

Êdî ez nikarim ajeweyê ji ajawegeran qebûl bikim. Heta niha ji ber xatirê kesûkarên şehîdan, Serok Mam Celal, Pêşmerge û dîroka YNKê min xwe weke nîvberpirsyar di nava YNKê de û di wîjdana xwe de dîtiye, ya ku di karîna min de bûbe, min hewl da bo çareseriyê, lê belê ji niha pê ve ew nîvberpirsatî jî bandora wê nemaye di nava hevkêşeyan de. Dixwazin armanc û nexşeyên xwe piştî mirina Serok Mam Celal bi dest bînin. Tenê daxuyanî û hevdîtina diholçiyan eger were hejmarkirin, êdî îsbat dibe ku çi nexşeyeke veşartî heye. Rexne têkel bi kîne hatiye kirin û kîne jî pîlana tolhildanê jê re hatiye dariştin.

Cemawerê gelê me çi qas ku rexne û nerazîbûn hebin li hemberî me, heqê wan e. Lê belê xweperest û bazirgan û ajawegêran, li cihê ku dest bi kumê şikestên xwe ve bigirin, ku neku bahoza hêrsa xelkê bibe, lê hêj zimanê wan zelal e û hincetên wan amade ye û televîyon jî dagîr kirine.

Di dawiyê de ez tekez dikim ku ez beşdariyê di ti civînekê de nakim, eger civîn rewatiya wê nebe û desthilata siyasî û hizbî nevegere bo serkirdatî û polîtboruya YNKê. Bi ti awayî hejmongerayî ya ti kesek û ti malbatek û ti desteyekê ji aliyê min ve nayê qebûlkirin, çimku kulturê siyasî yê YNKê wisa bûye, ne ewa ku niha çê dibe.

Ez daxwaza lêbihorînê jî dikim ku di vê demê de ku gelê me tûşî rewşa nexweş hatiye, ez vê peyamê belav dikim. Tekez eger min ev peyama xwe gelek bi pêwîst nezanîba, weke salên bihorî, min dê xwe bêdeng kiriba û min dê erkê xwe jî cîbicî kiriba. Lê belê niha ez weke xwe êdî neaxavtinê weke tawanê dibînim, diyare min axavtinên gelek zêdetir li ser bûyeran û arîşeyan û diyardeyên veşartî û kirêt li seranserê Kurdistanê hene, lê belê ez naxwazim bi kar û bertekan tiştekê bêjim. Bav û kalan gotine: Gotin di dema xwe de û li cihê xwe. Tekane şanaziya min jî ev e ku her dema ku ez bi temamî baixivim, ez ne deyndarê hikûmetê me û ne ti kesekê din. Mineta ti aliyekê jî li ser xwe nabînim bo pakiya xwe. Ez tenê xwe deyndarê kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên xedirlêkirî dizanim û bes.”