YE: Tirkiye bi gavên mezin ji Ewrûpa dûr ketiye

Yekîtiya Ewrûpa, raporta derbarê pêşveçûnên Tirkiye aşkera kir. Tê destnîşankirin, Tirkiye bi gavên mezin ji Ewrûpa dûr ketiye, pabendê pîvan û biryarên Peymana Mafên Mirovan nebûye

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa, raporta derbarê pêşveçûnên Tirkiye aşkera kir. Tê destnîşankirin, Tirkiye bi gavên mezin ji Ewrûpa dûr ketiye, pabendê pîvan û biryarên Peymana Mafên Mirovan nebûye û li bakurê Kurdistanê hêza zêde bikar aniye.

Komîsyona Ewrûpa raporta 2018an a pêşketinên Tirkiyê îro aşkera kir, ku wek tundtirîn raporta Ewrûpa tê binavkirin.

Tê destnîşankirin, rewşa awarte û biryarnameyên rewşa awarte wek zordariyek ser civakê hatine bikaranîn, erkên Serokomar hatine zêdekirin, erkên Parlamento hatine kêmkirin û bingeha demokrasiya herêmî nehatiye hîştin. Daxwaza rakirina rewşa awarte tê kirin.

Di raportê de, pirsa kurdî û rewşa bakurê Kurdistanê wek mijara herî xerab a Tirkiyê tê binavkirin û ji Tirkiyê tê xwestin, di têkoşîna dijî terorê de, divê pabendê Peymana Mafên Mirovan ya Ewrûpa û Dadgeha Ewrûpa bimîn e.

 

 

C.B