Cîgirê serokê Perlemana Kurdistan bersiva Aras Şêx Cengî dide
K24 - Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyekê de, nivîsgeha cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê Ceifer Îmînîkî, bersiva pêşnyara Aras Şêx Cengî da.
Berî niha Aras Şêx Cengî gotibû: "Ez amade me li pêşya Perlemana Herêma Kurdistanê, aliyên veşartî yên dagîrkirina Kerkûkê eşkere bikim, bi mercê ku civîn li ber weşana zindî ya kenalan vekirî be."
Di beramber de nivîsgeha cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê ragihand: "Çaroveya karê yasayî ya Perlemana Kurdistan heye û ji bo vê mebestê jî komîteyek pêk aniye ji bo pêdaçûna rastiyan bike".
Herweha cîgirê serokê Perlemana Kurdistanê ji Aras Şêx Cengî re dibêje: "Zelalkirin û dêkomêntên xwe pêşkêşî dozgerê giştî bike û li cem wî mafê te heye di piroseyeke dadwerî de berevaniyê li xwe bike".