Li Efrînê welatiyek bi guleya çekdarekî hat kuştin

Li gundekî Efrînê welatiyekî sivîl bi guleya çekdarekî tê kuştin û çekdarekî din jî birîndar dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gundekî Efrînê welatiyekî sivîl bi guleya çekdarekî hat kuştin û çekdarekî din jî birîndar bû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, li gundê Qestelê Miqdêd yê navçeya Bilbilê dema welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Hebîb li guvaşgeha xwe ya zeytûnan bû, bi guleya çekdarekî hat kuştin.

Wê rêxistinê li ser wê bûyerê da zanîn, ji nerîtên werza çinîna zeytûnan li Efrînê, mirtib (Li Efrînê dibêjin Kirîv) li nava zevî û guvaşgehê digerin û li def û zurne didin. Dema kirîvan li wê guvaşgehê li zurnê dida, çekdarekî ji dilxweşiyê û bê berpisyatî gule avêtin û guleyek li xwediyê guvaşgehê Mihemed Reşîd Hebîb ket û di encamê de wî canê xwe jidest da û çekdarekî din jî birîndar bû.

Tevî ku gelek rêxistinên sivîl û partiyên siyasî yên Kurdî daxwaza derxistina grûpên çekdar ji nava Efrînê û gundên wê dikin û hişyariyê ji rûdana bûyerên hevawa dikin, lê ev daxwaz ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve tê piştguhkirin û di encamê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.   

 

Mihemed Reşîd Hebîb bi guleya çekdarekî hat kuştin
Mihemed Reşîd Hebîb bi guleya çekdarekî hat kuştin

 

S.B